Li Hewlêrê bi amadebûna bi dehan xwediyên kewan pêşbirka "şerê kewan" bi rê ve çû.
Zêdetirî 150 kew beşdarî pêşbirkê bûn û kewên herî bihêz hatin nîşandan.
Ev pêşbirk ji bo hezkiriyên kewan bûye kevneşopiyeke salane.
Xwediyên kewan ên ji bajar û bajarokên cuda yên Herêma Kurdistanê beşdarî pêşbirkê bûn.
Beşdar û xwediyên kewan tekez kir ku "şerê kewan" çandeke kevnar a Kurdan e.
Armanca wan a sereke diyarkirina kewên herî bihêz û bedew e û di nav de armanca tundiyê nîne.
Nirxê wan digihîje 2 hezar dolaran
Piştî pêşbirkê, ew kewên ku bi ser dikevin yan xwedî taybetmendiyên berbiçav in tên firotin.
Bihayê kewan li gorî bedewî, hêz û dengê wan ji 100 dolarî dest pê dike û carnan digihîje 2 hezar dolaran.
Li gorî gotina xwediyên kewan, pêşbirka şerê kewan zêdetir zivistan û biharan tê lidarxistin.
Pêşbirk bi taybetî saet 05:00ê sibehê bi rê ve diçe.
Di wê demê de kew zêdetir çalak in û ji ber hênikiya hewayê dikarin hêza xwe baştir nîşan bidin.
Dema ku hewa germ dibe, şiyana livîn û şerkirina kewan kêm dibe.
Ne wekî şerê dîkan e
Cudahiya sereke ya şerê kewan û yê dîkan ew e ku di şerê kewan de tundiya xwînî nîne û zerera fîzîkî nagihîje balindeyan.
Pêşbirk zêdetir ji bo nîşandana hêza nêrbûnê ye.
Kew sînga xwe geş dikin, dengê xwe bilind dikin û nikulan li perrên hev dixin.
Kewê ku ji rikberê xwe ditirse û bi paş ve dikişe wekî têkçûyî tê hesibandin.
Di folklora Kurdan de cihê kewan
Kew, yek ji balindeyên kovî yên navdar ên xwezaya Kurdistanê û navçeyên çiyayî ye.
Kew wekî sembola bedewî û xweşdengiyê tê dîtin û di çand û folklora Kurdan de jî xwedî cihekî taybet e.
Dirêjahiya kewan di navbera 32 û 35 santîmetreyan de ye.
Kew bi nikul û lingên xwe yên sor û xêzên reş, spî û qehweyî yên li kêlekên xwe tên naskirin.
Xwarina sereke ya kewan a li xwezayê genim, tovên giyayan, pelên nerm û kêzikên biçûk in.
Di nav Kurdan de, kew semboleke berbiçav a bedewî û azadiyê ye.
Di gelek helbestên klasîk de navê kewan derbas dibe û pesnê bedewiya wan tê dayîn.
Foto: Bilind Tahir