Êrişên li Herêma Kurdistanê didomin: Dron ji kû tên avêtin?
Hewlêr (Rûdaw) - Berê vê sibehê careke din bi dronan êrişî Hewlêrê hat kirin û dron ji aliyê pergalên parastinê ve hatin têkşikandin.
Hejmara wan mûşek û dronên ku ber bi Herêma Kurdistanê ve tên avêtin 300î derbas kir.
Li gorî şopandina Rûdawê, berê sibeha îro zêdetirî dronekê ber bi Hewlêrê ve hatin avêtin.
Lê ti ji wan dronan negihiştin armanca xwe û ji aliyê pergalên parastinê ve hatin têkşikandin.
Di wan dîmenên ku gihiştine destê Rûdawê de xuya dibe ku yek ji dronan li çoltereke nêzîkî komelgeha Sêbîranê ya Hewlêrê ketiye xwarê.
Her li gorî wan dîmenên ku welatiyan ji Rûdawê re şandine, perçeyên dronên têkşikandî li taxa Fermanberan a bajarê Hewlêrê ketine.
Di encamê de zerer gihîştiye xaniyekî û otomobîleke welatiyekî.
Zêdetirî 300 mûşek û dron hatine avêtin
Ji 28ê Sibata 2026an ve ku Îsraîl û Amerîkayê bi hev re êrişî Îranê kir, Herêma Kurdistanê û bi taybetî bajarê Hewlêrê bi dron û mûşekan rastî êrişan tê.
Ji wê demê û heta niha zêdetirî 300 mûşek û dronan ber bi Herêma Kurdistanê ve hatine avêtin.
Li gorî şopandina Rûdawê, ji çar navçeyên di bin destê sê komên çekdar de û bi sê cureyên dronan êrişî Herêma Kurdistanê tê kirin.
Dron ji kû derê tên avêtin?
Yek ji wan cihên ku dron jê ber bi Hewlêrê ve tên avêtin, deştên navçeya Beacê yên li başûrê rojavayê Nînovayê û navçeya Hezerê yê li başûrê Nînovayê ye.
Navçeya Beacê 51 kîlometreyan û navçeya Hezerê jî 74 kîlometreyan ji Hewlêrê dûr in.
Du komên ser bi Heşdî Şebiyê ve li wan her du navçeyan serdest in ku ew jî Lîwaya 40î ya Ketîbeyên Îmam Elî û Lîwaya 44an a Ensar El-Merceiyê ne.
Yek ji cihên din ku guman tê kirin ji wir ve bi dronan êrişî Hewlêrê were kirin, navçeya Dubizê ya li bakurê rojavayê Kerkûkê ye.
Cihê wê yê herî nêzîk 22 kîlometreyan ji Hewlêrê dûr e û Lîwaya 40î ya Ketîbeyên Îmam Elî koma herî serdest a nav Heşdî Şebiyê ye li wî sînorî.
Metirsiya li ser Silêmaniyê
Du ji wan navçeyên herî nêzîk ku li gorî gotina berpirsên wî sînorî guman tê kirin ji wan ve bi dronan êrişî parêzgeha Silêmaniyê bê kirin, navçeyên Dubiza Kerkûkê û Xurmatûya parêzgeha Selahedînê ne.
Dubiz 64 kîlometreyan ji navenda parêzgeha Silêmaniyê dûr e û navçeya Xurmatûyê jî 80 kîlometreyî ji navenda parêzgeha Silêmaniyê dûr e.
Pisporê Leşkerî û Emîndarê Berê yê Wezareta Pêşmergeyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cebar Yaver ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Ew êrişên koman bi sê cureyên dronan tên kirin ku kopiyên dronên Îranê ne. Ew jî Arêş, Şahid û Semed in. Ev dron li Îraqê tên çêkirin û menzîla firîna wan digihe 100 kîlometreyan."