Li Îlamê di êrişa Amerîka û Îsraîlê de ji malbatekê 6 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Parêzgarê Îlamê ragihand ku di êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li bajarê Eywanê de 6 endamên malbatekê hatine kuştin.

Alîkarê Parêzgarê Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê Taceddîn Salihyan li ser êrişê daxuyaniyek da.

Salihyan li ser bûyerê got, "Berê vê sibehê di êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li herêmeke niştecihbûnê ya bajarê Eywanê de 6 endamên malbatekê hatin kuştin."

Zarokekî 6 mehî jî heye

Taceddîn Salihyan her wiha diyar kir, "Di nav wê malbata ku hatiye kuştin de zarokekî 6 mehî jî heye."

Li gorî gotinên Taceddîn Salihyan, hemû malbat di bin kavilên xaniyê xwe de maye û tîmên rizgarkirinê mijûlî derxistina termên wan in.

Li gorî medyaya Îranê, di 15 rojên şer de tenê li Îlamê 60 kes hatine kuştin ku 4 ji wan zarok in.

Zêdetirî 15 hezar kes birîndar bûne

Şerê Amerîka û Îsraîlê derbasî hefteya sêyemîn bûye û her du alî êrişî hevdû dikin.

Li gorî amarên dawî yên Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, heta niha di encama êrişan de 2 hezar û 729 kesan canê xwe ji dest daye û zêdetirî 15 hezar kes jî birîndar bûne.