Bi 7 dronan êrişî Herêma Kurdistanê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Îro bi 7 dronan êrişî Herêma Kurdistanê hat kirin; 6 dron ber bi Hewlêrê û dronek jî ber bi Silêmaniyê ve hatin şandin.

Çavkaniyeke agahdar ji Rûdawê re got, "Îro serê sibehê saet 10:00an li asmanê Hewlêrê 6 dron hatin têkşikandin."

Dron ji aliyê pergala parastinê ve hatin têkşikandin.

Li Silêmaniyê dronek ketiye çolê

Her îro derdora saet 10:00an, dronek ber bi Silêmaniyê ve hat şandin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, dron li cihekî çol ketiye xwarê û ti ziyana canî çênebûye.

Zêdetirî 300 dron û mûşek

Ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ve ku 28ê Sibatê dest pê kir û heta 14ê Adarê, bi zêdetirî 300 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.