Li Herêma Kurdistanê ji ber şer û Remezanê geştyarî rawestiya

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber meha Remezanê û şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, aliyên pêwendîdar dibêjin ku hatina geştyaran a ji parêzgehên Îraqê ber bi Herêma Kurdistanê ve nêzîkî sifirê bûye.

Lê ew amadekariyan dikin û di rojên Cejna Remezanê de li benda geştyaran in.

Heke meha Remezanê 30 roj be, dê 20ê Adarê bibe roja yekem a Cejna Remezanê. Heke meh 29 roj be, dê cejn rojekê zûtir be.

Berpirsên pêwendîdar dibêjin, “Em wekî salên borî ji bo hatina geştyaran amadekariyan dikin.”

Amadekariyên cejnê didomin

Serokê Komeleya Mêvanxane û Xwaringehan a Hewlêrê Zîrek Bya Îlya îro şemiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Ji ber bandora şer, hatina geştyaran bi temamî kêm bûye lê ev nayê wê wateyê ku dê ji bo cejnê qet geştyar neyên.”

Zîrek Biya Îlya da zanîn ku piraniya geştyarên Herêma Kurdistanê ji naverast û başûrê Îraqê tên.

Zîrek Bya Îlya diyar kir ku komîteyên cuda hene û li xalên kontrolê, hotel, mêvanxane û xwaringehan ji bo pêşwazîkirina geştyarên cejnê hemû amadekariyan dikin.

Her sal di bone û cejnan de komîteyên cuda yên geştyariyê, komeleya mêvanxaneyan û qeymeqamtiyên bajaran ji bo hatina geştyaran amadekariyan dikin û li xalên kontrolê rênimayan didin wan.

Zîrek Bya Îlya anî zimên, “Tiştê ku salên borî hatiye kirin dê îsal jî bê kirin.”

Rewşa Silêmaniyê

Berdevkê Geştyariyê yê Silêmaniyê Goran Qadir jî ji Rûdawê re axivî.

Goran Qadir got, “Em plan û amadekariyên xwe yên ji bo cejnê dikin û em dê sibe hûrgiliyan eşkere bikin. Tevî şer jî em pêşbînî dikin ku geştyar bên.”

Berdevkê Geştyariyê yê Silêmaniyê daxuyand ku ji bo pêşwazîkirina geştyarên naverast û başûrê Îraqê dê komîteyên taybet li xalên kontrolê amade bin.

Dê ev komîte rênimayan bidin hemû wan geştyarên ku tên sînorê wan.

Goran Qadir da zanîn ku şer bandor li çûna geştyaran a ji bo Silêmaniyê kiriye û pê de çû:

“Niha jî ji aliyê aramî û ewlehiyê ve Herêma Kurdistanê ji parêzgehên din ên Îraqê aramtir e, ji ber vê em li bendê ne ku ji bo cejnê geştyar bên.”

Berdevkê Geştyariyê yê Silêmaniyê diyar kir ku ew rêgiriyê li ti çalakiyeke Cejna Remezanê nakin û xwe lê berda:

“Em destxweşiyê li hemû wan kesan dikin ku ji bo cejnê çalakiyan dikin. Dê komîteyên me jî li bazar û cihên geştyarî amade bin.”

Kêmbûna geştyaran li Helebce û Dihokê

Birêvebirê Geştyariyê yê Helebceyê Çiya Qasim jî îro ji Rûdawê re got:

“Geştyarên derve neyên jî dê geştyarên me yên navxweyî hebin, çimkî hewa guncav e. Cejn û bihar e, xelk derdikeve derve.”

Birêvebirê Geştyariyê yê Helebceyê diyar kir ku li navçe û nahiyeyên sînorê wan amadehî tên kirin û got:

“Me nivîs ji bo polîs û aliyên din şandiye çimkî geştyarên navxweyî jî parastin, xizmetguzarî û hevkariyê dixwazin.”

Çiya Qasim daxuyand, “Bê guman bandora şer dibe û heye jî” û li pey çû:

“Beriya şer heftane nêzîkî 40 otobusên mezin ên geştyaran dihatin sînorê me lê niha bûye otobusek. Lê em dê dîsa jî amadekariya hatina geştyarên ji naverast û başûrê Îraqê bikin.”

Li ser sînorê Dihokê jî, Qeymeqamê Dihokê Birîndar Heyder îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Dê ji bo cejnê li bajêr çalakî hebin lê ji bo hatina geştyaran hîn rewş ne zelal e çimkî niha ji ber şer geştyar nayên.”

Amarên giştî yên geştyariyê

Li gorî amarên Desteya Geştyariyê, salane di rewşa asayî de, di cejnên wekî Remezan û Qurbanê de nêzîkî 200 hezar geştyarî serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Piraniya van geştyaran ji naverast û başûrê Îraqê bûne.

Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 2 hezar û 500 cih wekî binkeyên geştyariyê hatine tomarkirin ku piraniya wan hotel, xwaringeh û kafe ne.

Ew cihên ku wekî binkeyên geştyariyê hatine tomarkirin bi vî rengî ne:

- Hotel: 468

- Motel: 267

- Komelgehên geştyariyê: 33

- Gundên geştyariyê: 20

- Şiyana wergirtinê (Hejmara nivînan): 63 hezar û 682

- Xwaringeh: 524

- Kafe: 657

- Şirket û ofîsên geştyariyê: 518