Bi 316 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji 28ê Sibatê ve ku şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê dest pê kiriye, bi dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê tê kirin.

Li gorî lêkolîna Rûdawê, bi 316 dron û mûşekan êrişî her 4 parêzgehên Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Li gorî amaran, ji doh înê heta demjimêr 12:00ê nîvroya îro (14ê Adarê), 32 êrişên bi dron û mûşekan li ser Herêma Kurdistanê pêk hatine.

Ji wan 29 êriş li parêzgeha Hewlêrê û 2 êriş jî li parêzgeha Silêmaniyê bûn.

Li navçeya Akrêyê ya Dihokê jî dronek bêyî ku zererê bide ketiye xwarê.

Êriş û qurbaniyên 24 demjimêrên borî

Êrişên herî nû yên ku ji doh ve li Herêma Kurdistanê hatine kirin ev in:

Li navçeya Rewandiz û Xelîfanê yên Îdareya Serbixwe ya Soranê ya Hewlêrê 2 dron ketin xwarê.

Çiyayê Benî Herîrê yê li Soranê hat bombebarankirin.

Li sînorê gundên Sêbîran û Fermanberan ên Hewlêrê dron ketin xwarê.

Li asmanê Hewlêrê çend dron hatin xistin.

Li sînorê Akrêyê ya Dihokê dronek ket xwarê.

Nahiyeya Sûrdaşê ya Silêmaniyê hat bombebarankirin.

Fermandariya Herêma 2yan a Pêşmergeyan a li Silêmaniyê bi dronekê hate bombebarankirin.

Rêxistina Xebat a Kurdistana Îranê ya li Başîkê hat bombebarankirin û kampeke Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ya li Hewlêrê hat bombebarankirin.

Di êrişan de ji doh ve 2 kesan canê xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.

Her du kesên ku mirin û 4 birîndar, Pêşmergeyên Rêxistina Xebat a Kurdistana Îranê bûn.

Her wiha 2 ji birîndaran endamên hêzeke ewlehiyê ya li Hewlêrê bûn û 2 welatî jî li Kampa Cêjnîkanê birîndar bûn.

Qurbaniyên 15 rojên êrişan

Li gorî amaran, ji 28ê Sibatê heta îro, bi 316 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Ji wan 265 dron û mûşek avêtine Hewlêrê û deverên wê.

44 dron û mûşek jî avêtine Silêmaniyê û deverên wê.

Ji destpêka şer ve 5 dron ber bi parêzgeha Dihokê ve hatine avêtin an jî li herêmên wê ketine xwarê.

Bi 2 dron jî êrişî Helebceyê hatiye kirin.

Di encama êrişên bi 316 dron û mûşekan de yên ji 28ê Sibatê ve, li Herêma Kurdistanê bi giştî 8 kesan canê xwe ji dest da û 41 kes jî birîndar bûn.

Yek ji qurbaniyan karmendekî Asayîşê yê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû.

6 kes jî Pêşmergeyên 3 partiyên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê bûn.

Ji wan Pêşmergeyan 2 li Hewlêrê, 2 li Silêmaniyê û 2 jî li Başîkê bûn.

Her wiha 12ê Adarê leşkerekî Fransayê li Hewlêrê canê xwe ji dest da.

Li gorî amarên Rûdawê, di nav birîndaran de 3 karmendên Asayîşê yên li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, 2 nobedarên taybet ên baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê û nobedarrekî Otela Titanicê ya li Silêmaniyê hene.

Her wiha 9 sivîl jî birîndar bûne.

Yek ji wan ajokarê motorsîkletê (kurye) yê li Hewlêrê bû.

Kesek li Kampa Bacid Kendalê ya Zaxoyê û perestarek jî li Kampa Azadiyê ya Koyeyê birîndar bûn.

3 sivîlên ji Rojhilatê Kurdistanê li Kampa Zewî Spî ya Koyeyê û zarokek jî li taxa Qalawayê ya Silêmaniyê birîndar bûn.

Bi ser de 2 endamên hêzeke ewlehiyê li nêzîkî Hewlêrê û îro jî 2 welatiyên ji Rojhilatê Kurdistanê li kampeke nêzîkî Hewlêrê birîndar bûn.

Bi giştî di encama van êrişan de 18 Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û 6 leşkerên Fransayê birîndar bûne.

Ew deverên ku hatine bombebarankirin

Parêzgeha Hewlêrê

Dron û mûşek li van dever û taxan ketine xwarê:

Mela Qere, Kampa Zewî Spî, Kampa Cêjnîkanê, Kanî Qirjale, Dream City, Kesnezan, Pîrzîn, Fermanberan, Sêbîran, Rewşenbîrî, Jiyan, Kurdistan, Newroz, Gundê Korî, Gezne, Behirke, Enkawa, Xelîfan, Balafirgeha Hewlêrê û derdora wê, Dêgele, Kampa Azadiyê, Çoman û Soran.

Parêzgeha Silêmaniyê

Silêmanî, Mêrgepan, Qalawa, taxa Beranan, Kolana 60 Metreyî, gundê Zirgiwêzê, gundê Zirgiwêzeleyê, nahiyeya Sûrdaşê, navçeya Kifriyê, hêzên Fermandariya Pêşmergeyan, taxa Tasluceyê û Çiyayê Zimnako.

Parêzgeha Dihokê

Kêlgeha petrolê ya Sersingê, Kampa Bacid Kendalê û sînorê Akrêyê.

Parêzgeha Helebceyê

Çiyayê Şinroyê.

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê 28ê Sibatê dest pê kir.

Ji roja yekem a şer ve êrişan li ser Herêma Kurdistanê jî dest pê kirin.

Piraniya êrişan li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê rasterast ji aliyê Îranê ve hatine kirin.

Her wiha komên çekdar ên Şîe yên li Îraqê ku Îran piştgiriya wan dike, berpirsyariya piraniya wan êrişên li ser Herêma Kurdistanê girtine stûyê xwe.