Amed (Rûdaw) - Ji ber şer û pevçûnan li navçeya Sûrê ya Amedê çend dibistan hatin girtin û gelek jî hatine xirakirin.
Li navçeya Sûrê ya Amedê 5 dibistan hatin girtin û çend jî hatine xirakirin. Li gorî plana nû ya hikûmeta Tirkiyeyê, ji van 5 dibistanan hinek dê ji bo qereqolê bêne vegûhestin.
Ji bo 5 hezar zarokên ku di van dibistanan de perwerdehî dibînin, li navçeya Yenîşehîrê dibistaneke nû hate terxankirin. Niha 5 dibistan di avahiyek de bi cih bûne.
Malbat û zarokên ku dibistanên wan dê bibin qereqol an jî hatine rûxandin li hemberî rewşê nerazî ne.
Li gorî agahiyan dibistana Suleyman Nazîf bûye qereqol û tê de leşker û polîs bi cih bûne. îhtîmal heye ku dibistanên Alparslan, Yavuz Selîm, Mardînkapi û Cumhuriyetê jî bibin qereqol.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse