Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed dîtina rûfatên qurbaniyên Enfalê li parêzgeha Semawe weke encama hewldanên dezgehê û Parêzgarê Semawe bi nav dike û dibêje: “Hêj ne diyar e ku qurbaniyên di wan goran de xelkê kîjan devera Kurdistanê ye, ji ber ku lêkolînên bi hûrgilî nehatine kirin.”
Mûsa Ehmed derbarê derxistina gorên bikom yên Enfalê li biyabana Musena ji Rûdawê re ragihand, ku di 21ê Çileya 2019an serdana parêzgeha Besre û Musena kirin, Parêzgarê Musena ji wan re gotibû, ew nikarin bêyî Serok Barzanî tiştek ji wan re bikin, lewma serokê parêzgeha Musena û serokê encûmena parêzgehê di 12ê Adara îsal de serdana Serok Barzanî kirin û pirsa derxistina gorên bikom yên Enfalê gotûbêj kirin û komîteyek ji bo vê yekê hate pêkanîn.
Berî çend rojan ji aliyê Parêzgarê Musena ve ew hatin agahdarkirin ku di hewlên xwe yên dîtina gorên bikom de serkeftî bûne.
Mûsa Ehmed eşkere kir, ku hêj ne diyar e ku qurbaniyên di wan goran de xelkê kîjan devera Kurdistanê ne, lê tê pêşbînîkirin ew gora bikom ya xelkê Germiyan be û dê îro tîmeke wan bigihêje Musena daku lêkolînê li ser gorên bikom bikin.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed diyar kir: “Me lijneyeke hevbeş di navbera me û Parêzgarê Musena de pêk aniye. Bêguman dezgehên peywendîdar, bi taybetî Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan û Kak Berevan Hemdî agahdarî vê mijarê ne. Me jî piştgiriya xwe nîşan daye weke Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî daku bi awayekî zanistî ya lêkolîn li ser wan rûfatan were kirin.”
Piştî heft rojên lêgerîn û pişkinînan çar gorên bikom hatin dîtin. Navê cihê ku gorên bi kom têde hatin dîtin, Şêxe ye ku 125 kîlometre ji navenda bajarê Semawe dûr e û dibe ku rûfatên 200 enfalkiriyên Kurd têde hebin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse