DOZA GULISTAN DOKUYÊ - Kurê parêzgar û 11 kesên din hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Dersimê di lêpirsîna Gulistan Dokuyê de ku 6 sal in winda ye, geşedaneke gelekî girîng çêbû.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji sala 2020an ve didome de, li 7 parêzgehan ji bo 13 gumanbaran biryara desteserkirinê hat dayîn.
Heta niha 12 gumanbar hatine desteserkirin.
Kurê parêzgar û hevalê wê yê berê di nav desteserkiriyan de ne.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di nav kesên ku biryara desteserkirina wan hatiye dayîn de, kurê parêzgarê wê demê yê Dersimê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel û hevalê Gulistanê yê bi navê Zeînal A. jî hene.
Hat ragihandin ku Mustafa Turkay Sonel li Stenbolê hatiye desteserkirin.
Çavkaniyên Wezareta Dadê eşkere kir ku lêpirsîn bi gumanbariya "kuştinê" tê meşandin.
Ji bilî kurê parêzgar û Zeînal A., kesên bi navên Engîn Y, Cemîle Y, Ugurcan A, Erdogan E, Gokhan E, Savaş G, Suleyman O, Celal A, Nurşen A. û Şukru E. jî hatine desteserkirin.
Lêpirsîn bi hûrgilî didome
Gulistan Doku xwendekara zanîngehê ya 21 salî bû û ji 5ê Kanûna Paşîn a 2020an ve li Dêrsimê winda bû.
Malbata wê ya ku li Amedê dijî, piştî ku agahî ji keça xwe nestandin, 6ê Kanûna Paşîn a 2020an çûn Dêrsimê û serî li ewlehiyê dan.
Tevî ku tîmên lêgerînê li ser sînyalên telefona wê û gotinên hevalên wê bi dehan caran xebatên berfireh kirin jî, heta niha tu şopek ji Gulistan Dokuyê nehatiye dîtin.
Lêpirsîna li ser vê dosyeya ku 6 sal in bêencam mabû, bi van desteserkirinên nû ketiye qonaxeke din.