Galeriya wêneyan

4 demjimêr berê
20 Photos

Di ser Komkujiya Enfalê re ku zêdetirî 180 hezar Kurd bi destê rejîma Beasê hatin şehîdkirin 38 sal derbas dibin.

Îro li navçeyên Kelar û Çemçemalê yên Silêmaniyê malbatên qurbaniyan çûn ser gorên wan û ew bi bîr anîn.

Enfal komkujiyek bû ku hikûmeta berê ya Îraqê bi serokatiya Sedam Husên sala 1988an li hemberî Kurdan pêk anî.

Wan di 6 qonaxan de xelkê herêmên cihê yên Herêma Kurdistanê li çolên başûrê Îraqê zindî binerd kir û qetil kir.