Galeriya wêneyan

1 demjimêr berê
14 Photos
Bilind T. Abdullah

Devera Xoşnawetiyê dikeve nav sînorên parêzgeha Hewlêrê û bi xwezaya xwe ya çiyayî tê naskirin.

Îsal piştî çendîn pêlên li pey hev ên baranê, herêm geş bûye.

Hatina bihareke tijî keskahî wiha kiriye ku hemû dol, gir û çiyayên herêmê cilên kesk li xwe bikin.

Ji ber rêjeya zêde ya baranê ya ku di demsala zivistanê û destpêka biharê de bariya, xwezaya herêmê bi temamî vejiyaye.

Kaniyên ku piraniya wan di salên borî de kêm bûbûn an jî hişk bûbûn, careke din zindî bûn.

Ji ber wan jî zeviyên çandiniyê û baxên derdorê bi awayekî gelekî baş şîn bûne.

Yek ji dîmenên herî xweşik û balkêş ên îsal ên Xoşnawetiyê, tijîbûna Bendava Aqûbanê ye.

Ev bendava ku ji bo komkirina ava baranê hatiye çêkirin, tije bûye.

Ava wê bi awayekî xweşik bi ser bendê re tê xwarê û bedewiyeke taybet daye herêmê.