HPG: Endamekî me canê xwe ji dest da
Hewlêr (Rûdaw) - Baskê leşkerî yê PKKyê Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku endamekî wan "di qezayekê de" canê xwe ji dest daye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) derbarê mijarê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de nasnameya wî endamê HPGyê yê ku canê xwe ji dest daye hat eşkerekirin.
Hat diyarkirin ku navê wî Ferdî Aydemîr e û bi nasnavê "Mazlum Serêçiya" tê naskirin.
Li gorî daxuyaniyê Ferdî Aydemîr li Girê Zengilê yê devera Bergarê ya herêma Garê canê xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Aydemîr 6ê Nîsanê dema bi komek HPGyiyan re li Girê Zengilê erd kontrol dikir saet 10:30î ji zinarekî ketiye û birîndar bûye.
Hat destnîşankirin ku hevalên wî ew ji xilas kiriye lê ew giran birîndar bûye û saet 18:00an canê xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Aydemîr ji navçeya Kopê ya Mûşê ye û ew sala 2016an tevlî PKKyê bûye.
Her wiha hat zanîn ku birayê wî Cuneyt Aydemîr jî sala 2015an li Sûra Amedê canê xwe ji dest daye.