Bi dronan êrişî kampên partiyên Rojhilatê Kurdistanê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Bi dronan êrişî Kampa Sûrdaşê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ya li parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.

Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê yê Hewlêrê Emced Husên Penahî ji Rûdawê re ragihand, di encama êrişê de 3 kes birîndar bûne.

Çavkaniyekê ji Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistanê jî ji Rûdawê re ragihand, vê êvarê bi dronan êrişî Kampa Sûrdaşê ya li navçeya Dokanê ya Silêmaniyê hatiye kirin.

Kampa hevpar a her du Komeleyan

Wê çavkaniyê da zanîn ku Kampa Sûrdaşê kampa hevpar a Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ye.

Heman çavkaniyê diyar kir ku di encama êrişê de 3 endamên van hêzên Rojhilatê Kurdistanê birîndar bûne.

Li Koyeyê jî êrişek hat kirin

Ji aliyê din ve, çavkaniyekê ji Kampa Azadiyê ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ya li navçeya Koyeyê ji Rûdawê re ragihand, beriya demekê bi dronan êrişî kampa wan jî hatiye kirin.

Çavkaniyê destnîşan kir ku di êrişa li ser Kampa Azadiyê de ti ziyan çênebûne.