Wezareta Karên Navxwe: Bi 4 dronan êrişî Herêma Kurdistanê hat kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku îro bi çar dronên bombebarkirî êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Piştî ragihandina agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de ev cara duyem e ku Herêma Kurdistanê dibe armanc.
Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxwe, êriş di çend demên cuda de û bi rêya çar dronên bombebarkirî hatine kirin.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de tekezî li ser helwesta xwe ya neguher a Herêma Kurdistanê kir û ragihand:
"Herêma Kurdistanê ti carî nebûye beşeke şer û aloziyan."
Wezareta Karên Navxwe her wiha bangî aliyan kir ku êdî aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê û welatiyan nekin armanca êrişên xwe.
Êrişî Silêmanî, Koye û Hewlêrê hat kirin
Daxuyaniya wezaretê piştî çend êrişên bi dronan hat.
Sekreteriya Komîteya Navendî ya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê îro êvarî ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê êrişî kampeke wan kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, êriş piştî nîvro bi dronên bombebarkirî li Kampa Sûrdaşê ya parêzgeha Silêmaniyê pêk hatiye.
Di encama êrişê de 3 Pêşmerge birîndar bûne.
Kampa Sûrdaşê, kampa hevpar a Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ye.
Her îro Endamê Desteya Kargêr û Berpirsê Navenda Pêşmerge ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Kawe Behramî ji Rûdawê re ragihand:
"Îro êvarî bi dronekê êrişî Kampa Azadiyê ya li Koyê hat kirin."
Hevdem, Serpereştê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb îro ji Rûdawê re got:
"Îro êvarî du dron di ser esmanê îdareya me re derbas bûn."
Li gorî gotina Serpereştê Îdareya Serbixwe ya Soranê, dron li ser sînorê navçeya Xelîfanê hatine xistin.
Dijeterora Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de belav kir, demjimêr 05:04ê êvarî, du dronên bombebarkirî ku ji axa Îranê ve ber bi parêzgeha Hewlêrê ve hatibûn avêtin, ji aliyê balafirên şer ên Koalîsyonê ve hatin xistin.