21 Photos
Îsal ji salên borî cuda, nearamî û aloziyên li herêmê Kurdên Êzidî yên li Başûrê Kurdistanê ji merasîmên Cejna Çarşema Sor bêpar kir.
Civata Ruhanî ya Kurdên Êzidî biryar da ku îsal ti merasîmên fermî yên Cejna Serê Salê (Çarşema Sor) ya Kurdên Êzidî li Perestgeha Lalişê neyên lidarxistin.
Ev biryar ji bo parastina canê welatiyan û ji ber rewşa siyasî û ewlehî ya herêmê hatiye dayîn.
Çarşema Sor çi ye?
Cejna Serê Salê ya Kurdên Êzidî wekî "Çarşema Sor" tê naskirin û dikeve çarşema sêyem a meha Nîsanê.
Ji êvara sêşemê ve Baba Şêx û zilamên dînî yên Êzidiyan li Lalişê dicivin.
Ew ji bo nîşandana rojên salê 366 mûman li Perestgeha Lalişê vêdixin.