Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed gihîştin Şamê
Hewlêr – Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêvebiriya Xweser Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji bo hevdîtinan gihîştin Şamê.
Berdevkê Tîma Serokatiya Sûriyeyê ya ji bo rêkeftina li gel HSDyê Ehmed Hîlalî ji Rûdawê re eşkere kir ku îro Nûnerê Serokatiya Sûriyeyê yê ji bo rêkeftina 29ê Çîleyê ya HSD û Şamê Emîd Ziyad Ayîş, Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêvebiriya Xweser Îlham Ehmed çûne Şamê.
Ehmed Hîlalî diyar kir ku şandeya Kurdan dê li gel Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî bicivin.