Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S), Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi wê yekê tometbar dike ku “karekî rêkxistî dike ji bo perçekirina Kurdan û aştiya civakî li Rojavayê Kurdistanê dixe metirsiyê”.
Polîtbîroya PDK-Sê ya ku di encama yekgirtina 4 partiyên Kurd de hat damezirandin, di daxuyaniyekê de diyar kir ku “PYDê ji destpêkê de li dijî yekgirtina her çar partiyan wan rawestiyaye, ev yek jî di rêya girtina deriyên sînor li ber endamên kongreya wan”.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku “PYDê û hêzên bi ser wê ve ji dema ku PDK-Sê hatiye damzirandin de guvaşan li ser vê partiya nû dimeşîne ji bo ku çalakiyên xwe destpê neke û herî dawî jî nehişt sekreterê PDK-Sê Siûd Mela yê ku ji roja înê ya borî ve li ser sînore li aliyê bajarê Dirbêsiyê, vegere Rojavayê Kurdistanê”.
Roja 9ê gulanê li nav mala endamekî PDK-Sê li bajarokê Tirbespiyê teqînek çêbû û di encam de hemwelatiyekî jiyana xwe ji dest û hemwelatiyekî din birîndar bû.
Wezîrê navxwe yê kantona Cizîrê ya ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatiye avakirin, derbarê teqînê de PDK-Sê bi wê yekê tometbar kir ku “dixwest di rêya çend endamên xwe re teqînan li nav mizgefteke li taxa Ereban li Tirbespiyê çêbikin”.
Lê polîtbîroya PDK-Sê di daxuyaniya xwe de ev tomet red kirin û teqîn jî wek “şanogeriyeke xirab” da zanîn ku bi gotina wê armanc jê ew bû ku “hevalên wan bên girtin, di nav de jî her du endamên komîteya navendî Mihemed Emîn Ebas û Hisên Îbiş û endamê desteya şêwirdarî ya partiya wan Selah Beyro” ku piştî teqînê ji aliyê hêzên asayişa ser bi PYDê ve hatin girtin.
PDK-Sê tevî şermezarkirina wan karan, PYDê bi wê yekê tometbar kir ku “krîzan çêdike ji bo ku tevgera siyasî ya Kurdî dûrî xebata ji bo mafên gelê Kurd bixe”, herwiha got ku “PYDê karekî rêkxistî dike ji bo perçekirina yekrêziya Kurdan û di rêya gef, tundî û girtinê r, aştiya civakî li navçeyên Kurdan dixe bin metirsiyê”.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse