Ji bo serbestberdana Fesla Yûsif kampanyayekê dest pê kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarekê ji çalakvanên Rojavayê Kurdistanê kampanyayek ji bo serbestberdana Cîgira Serokê Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriye (ENKS) Fesla Yûsif  ragihandine.


Li Rojavayê Kuridstanê hejmarekê ji çalakvanên siyasî û medyayî, li ser pêgeha medyaya civakî ya facebookê kampanyayek ragihandine.


Di vê kampanyayê de, daxwaza serbestberdana Cîgira Serokê ENKSê Fesla Yûsif tê kirin.


Çalakvanên vê kampanyayê pankartên piştgiriya Fesla Yûsif hildidin û tê de radigihînin ku ew daxwaza serbestberdana Fesla Yûsif dikin. Ligel haştagê, bi Erebî û Ingilîzî li ser pankartê hatiye nivîsîn:


“EZ jin im. Azadiya Min Bide min Fesla Yûsif Serbest Berde”


Ji roja Sêşemê 09ê Gulanê ve, Fesla Yûsif ligel 12 serkirdeyên ENKSê, li Qamişlo, ji aliyê asayişê ve hatin desteserkirin. Piştre 10 ji wan serkirdeyan serbest hatin berdan, lê hêj Fesla Yûsif û 2 serkirdeyên din di girtîgehê de ne. Ew jî Mihsin Tahir û Mihemed Emîn Husam in.