Rêwaz Fayeq: Ez ti civînên parlamentoyê nakim
Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Parlamentoya Kurdistanê da xuyakirin, heta rewşa nav parlamentoyê asayî nebe û bawerî û rûmet li parlamentoyê neyê vegerandin, ew biryara ti civînekê nade. Rêwaz Fayeq got: “Heta negihim baweriyê ku dê mifaya civînê ji bo xelkê Kurdistanê hebe, ez ti civînan saz nakim.”
Rêwaz Fayeq îro li Hewlêrê di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Ji her tiştî giringtir ev e ku di navbera fraksyonan de pirsgirêk nebin, me peyama fraksyonan wergirt û serdana me kirin. Paşê em dê biryar bidin kengê li gel wan bicivim, ji ber ku ew ji serokatiya parlamentoyê dilgiran in, ez jî wek seroka parlamentoyê dilgiran im.”
Derbarê civîna bihê ya Parlamentoya Kurdistanê de jî, Rêwaz Fayeq ragihand ku ew bangewaziyê bo ti civîneke parlamentoyê nake heta rewş asayî nebe.
Rêwaz Fayeq diyar kir: “Parlamento nacive heta li gor xwasteka hemû hêzên li nav parlamentoyê nebe, parlamento dê wê demê bicive, ku behsa pirsgirêkên xelkê Kurdistanê bike û wê demê dê bicive ku bi rûmeteke taybet û bi baweriyeke taybet biçe nav parlamentoyê.”
Di berdewamiya axavtina xwe de, Seroka Parlamentoya Kurdistanê destnîşan kir, ew ti bangewazan ji bo lidarxistina civînên parlamentoyê nake, heta wê demê ku digihe baweriyê ku dê lidarxistina civînê mifa ji bo xelkê Kurdistanê hebe.
Li aliyekî din, peyamnêrê Rûdawê li Parlamentoya Kurdistanê, Rence Cemal jî got, biryar bû îro 6 fraksiyonên ku civîna roja 7ê Gulanê ya parlamentoyê boykot kiribûn, civiyaban lê belê tenê fraksyomên YNK,Goran, Komel û Azadî di civînê de amade bûn.
Herdu fraksyonên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Nivşê Nû beşdarî civîna wan fraksyonan nebûn.
Fraksyonên YNK,Goran, Komel û Azadî piştî civîna xwe nameyek dane Seroka Parlamentoya Kurdistabnê.
Serokê Fraksyona YNKê Cemal Hewêz da xuyakirin, ku pirgirêka wan bi desteya serokatiya parlamentoyê re heye û got, heta ew pirsgirêk neyê çareserkirin ew di ti civînekê de beşdar nabin.
Biryar bû ew her çar fraksyon piştî civîna xwe li gel fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bicivin, lê belê ev civîn nehat sazkirin.
Serokê Fraksyona PDKê, Omêd Xoşnaw derbarê wê yekê de ragihand, “em amade ne ji bo her civîneke li gel serokatiya parlamentoyê û fraksyonan û em hêvîdar in Parlamentoya Kurdistanê vegere ser rêya xwe û berdewamiyê bide civînên xwe.”
Roja 7ê Gulanê Parlamentoya Kurdistanê ji bo rakirina parêzbendiya li ser 4 parlamenteran civiyabû û di civînê de parêzbendiya li ser parlamenterê Komela Îslamî, Soran Omer hatibû rakirin.