Galeriya wêneyan

14-05-2022
12 Photos
Bilind T. Abdullah

Goristana kevin a Kifrî ku li quntara çiyayê Baweşasiwar a li wê navçeyê, ji du beşan pêk tê, yek ji bo Misilmanan û ya din jî ji bo Cihûyan e, lê her du beşên goristanê xwedî heman nexş û dîzaynê ne.

Di goristanê de zêdetirî 50 gumbetan hebûn, lê niha ji wan tenê 7 mane, ew jî di bin xetereya hilweşînê de ne.

Gombet di navbera 100 û 250 salî de ne û her gombetek di bin banê her gombetê de yek heta pênc goran ye.

Rêvebirê Şûnwaran li Kifrî Ubêd Mihemed ji Rûdawê got: "Erdnîgariya bajarê Kifrî tijî mîratên dîrokî ye û ev goristana ku gorên misilman û cihûyan tê de hene ji aliyê misilman û cihûyan ve hatine avakirin. Divê ev wekî şûnwarên dîrokî bêne parastin."

Ubêd Mihemed daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistan û rêxistinên peywendîdar dike ku xwedî li wê goristanê derbikevin û dibêje: “Şûnwar û mîrasa arkeolojî nasnameya dîroka welatê me û bajarê me ye û divê nifşên me yên paşerojê nasnameya gelê xwe nas bikin.”

Navçeya Kifrî bajarokekî kevnar û dîrokî ye dikeve devera Germiyan li Herêma Kurdistanê û şêniyên kurd in û Tirkoman û Ereb lê dijîn. Lê, di van salên dawiyê de beşek ji wan cihên dîrokî xirabûne û yên mane jî rû be rûyê wêranbûnê ne.

Foto: Bilind Tahîr / Rûdaw