Ji bo 25 parêzgehan hişyarî hat dayîn
Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 25 parêzgehan hişyariya toz û barana zêde da û li çend herêman dê ba û bahoz jî hebe.
Li gorî daxûyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, îro dê li parêzgehên Dêrsim, Çewlîg, Xarpêt û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê baraneke gur bibare û egera lehiyê jî heye.
Her wiha hat diyarkirin ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê li 25 parêzgehan baran bibare û divê welatî tedbîrên pêwîst wergirin.
Di heman demê de ji bo çend parêzgehan hişyariya tozbarînê jî hat dayîn ku piraniya wan parêzgehên Bakurê Kurdistanê ne.
Li gorî daxûyaniyê li herêma Serhedê ba û bahoz jî heye ku hêza wê di yek demjimêrê de 40 heta 60 kîlometreyan e.
Li Amedê teyrokê zerer da zeviyên çandiniyê
Li aliyê din, barana gur, teyroka û bagera ku ev sê roj in li Amedê berdewam dike, zerereke mezin gihand zeviyên çandiniyê.
Cotkarên li Amedê dibêjin ku keda wan bi temamî li ber avê çûye.