PWK: 4 gav dê sîstema asîmîlasyonê bihejînin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk ji bo xwedîderketina li zimanê Kurdî 4 xal pêşniyar kirin û got, “Ji bo lêxwedîderketina zimanê Kurdî, beriya her tiştî divê em bi Kurdî biaxivin, em Kurdî fêr bibin.”
Yekemîn kovara Kurdî ya bi tîpên latînî Hawarê 15ê Gulana 1932yan bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan dest bi weşanê kir.
Hawar di avakirina bîra neteweyî de bû stûneke qewîn û bingehîn.
Ji ber vê yekê salvegera Hawarê wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk bi vê boneyê bi peyameke nivîskî Celadet Alî Bedirxan bi bîr anî û Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.
“Çalakiyên ji bo ziman girîng in”
Mustafa Ozçelîk bal kişand li ser çalakiyên ji bo Kurdî tên kirin û got:
“15ê Gulanê jî di nav de ji bo zimanê Kurdî gelek çalakiyên cûr bi cûr têne li dar xistin û xebat têne kirin.
Bê guman hemû çalakî û xebatên ji bo zimanê Kurdî girîng in, pîroz in û divê em piştgiriya wan bikin.”
“Divê em Kurdî bikin zimanê jiyanê”
Ozçelîk ji bo xwedîderketina li Kurdî çar xal diyar kirin:
“Yekem: Her Kurdekî ku bi Kurdî nizane, divê Kurdî fêr bibe. Her malbateke Kurdan divê zarokên xwe fêrî Kurdî bikin, divê di nav mala xwe de û li her beşên jiyanê zimanê me yê esasî Kurdî be, em bi Kurdî biaxivin.
Duyem: Bi qasî vê gava yekem, tiştekî din yê girîng jî heye ku mixabin gelek alî û kes paşguh dikin.
Ew jî dersa bijarte ya Kurdî ye. Ji aliyekî ve malbatên Kurd gelekî kêm ji bo zarokên xwe serî li dersa bijarte ya Kurdî didin.
Ji aliyekî ve jî wekî ku dewlet ji dersa bijarte ya kurdî poşman bûye, astengiyan derdixe, gelekî kêm mamosteyan tayîn dike.
Ji ber vê rastiyê, divê em awayekî cidî li ser vê mijarê rawestin. Divê em karibin her sal 200.000 zarokên Kurdan li dersa bijarte ya Kurdî qeyd bikin û her ku here zêdetir bikin.
Ji bo 200.000 hezar zarokan dê herî kêm pêwîstî bi 2000 mamoste û bi milyonan pirtûkên dersê hebin.
Ma gelo ev tu heyecanê nade we?
Ev herdu gav, dê rêya bidestxistina mafê perwerdeya bi Kurdî û fermîbûna zimanê Kurdî xweştir û xurtir bikin.
“Divê xebateke berfireh bê kirin”
Sêyem: Divê xebateke berfireh bê meşandin da ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeya bi zimanê Kurdî bê qebûlkirin û di qanûna bingehîn û hemû yasayên pêwendîdar de ev maf bêne garantîkirin.
Çarem: Divê hemû şaredariyên li Kurdistanê li gel Tirkî, Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî/Zazakî) wekî zimanê fermî yê şaredariyê bi kar bînin û kreşên zarokan ên bi Kurdî û dibistanên bi Kurdî vekin.
Hemû partiyên siyasî, dezgehên sivîl û meslekî yên li Kurdistanê jî ji bo bicihanîna axaftin û fêrbûna zimanê Kurdî, divê seferber bibin da ku amûr û îmkanên pêwîst bêne avakirin.
Belê, ev çar gav, dê sîstema asîmîlasyonê bi awayekî bihêz bihejînîn, dê rê vekin da ku bi milyonan Kurdên ku bi Kurdî nizanin bikaribin bi Kurdî biaxivin, Kurdî fêr bibin.”
“Kurdî hebûna miletê Kurd e”
Serokê Giştî yê PWKyê di dawiya peyama xwe de jî got:
“Kurdî hebûna miletê Kurd e, heykelê netewetiya me ye. Ji bo ku em karibin rê li ber zext û asîmîlasyona li ser Kurdî bigrin, werin em ji pêkanîna van her çar gavan dest pê bikin.”