Li Mereşê qeza: 12 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê serwîsa karkeran û otomobîlek li hev qelibin û di encamê de 12 kes birîndar bûn.

Minîbusa ku A.B. dijajot û otomobîla ku T.E. diajot li Taxa Şazîbeyê ya Mereşê li hev qelibin.

Minîbusa ku tê de karkerên li şirketa belavkirina elektrîkê dixebitîn hebûn ji ber qezayê wergeriya.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.

Di qezayê de 12 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê ew rakirin nexweşxaneyan.