Tuncer Bakirhan: Bila cerdevan bibin şivan
Hewlêr (Rûdaw) - Tuncer Bakirhan ragihand ku heger PKKyê çek danîn êdî pêwîstî bi cerdevanan namîne.
Bakirhan pêşniyar kir ku cerdevan darekê bixin destê xwe û ji niha û pê ve li gundan şivantiyê bikin û got, “Ji bo ku cerdevan bêkar nemînin wekî partî çi ji destê me bê em dê bikin.”
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan îro li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê li gel cotkaran civiya û derbarê pêvajoya aştiyê û mijarên di rojevê de axivî.
Bakirhan diyar kir ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hezaran cerdevan hene lê PKKyê çek danîne û ji ber wê êdî pêwîstî bi wan nemaye.
Tuncer Bakirhan pêşniyareke balkêş jî li cerdevanan kir û da zanîn ku bila darekê bixin destê xwe û li gundan ajelan xwedî bikin.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand:
“Şivantî ji bo cerdevanan pîşeyeke bi rûmettir e.
Ji bo ku cerdevan bêkar nemînin wekî partî çi ji destê me bê em dê bikin.”
Cerdevan cara yekem sala 1985an ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve ji bo rûbirûbûna li dijî PKKyê hatin damezirandin.
Li gorî amaran li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 60 hezar cerdevan hene û 30 hezar cerdevan jî malnişîn bûne.
Her wiha 17 hezar cerdevanên xwebexş jî hene.
Heta niha di şerê PKK û artêşa Tirkiyeyê û de derdora 2 hezar cerdevan hatine kuştin û 3 hezarê wan jî birîndar bûne.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan her wiha anî ziman:
“Niha hevalên cerdevan bêkar namînin. Wate eger çek û rûbirûbûn temam bûn dinyayek cerdevan hene.
Ez pêşniyar dikim li şûna ku çek di destê wan de be, çekê di destê wan de ji wan wergirin û darekê bixin destên wan û bila li gundan ajelan xwedî bikin. Bi rastî jî.
Ev erkekî bi rûmettir e li şûna ku gundiyên xwe tepeser bikin û çekan li dijî wan rakin bila li wan ajelan binêrin.
Înşallah em wan bêkar nahêlin. Bawer bikin wê rojê cerdevanekî telefona hevalên me yên şêwirmend kir û jê re got hûn partiyeke bi wijdan in û hûn dê xwedî li mafên me jî derkevin.
Ji ber ku dizane dema aştî çêbû dê rewşa wan jî bê rojevê.
Em sozê didin wan, helbet ew tiştên ku berê çêbûne divê mihasebeya wan bê kirin lê ji bo ku ew jî bêkar nemînin çi ji destê me bê em dê bikin.”