Mesrûr Barzanî diçe Amerîkayê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dê di rojên pêş de bi serdaneke fermî biçe Amerîkayê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxuyaniyek belav kir.

Hikûmetê da zanîn ku Mesrûr Barzanî dê li Amerîkayê hevdîtinên girîng pêk bîne û hûrgiliyên serdanê dê di rojên pêş de ji raya giştî re bên parvekirin.

Mesrûr Barzanî herî dawî 26ê Sibata 2024an çûbû Washingtonê û bi berpirsên Amerîkî re ku di nav de Wezîrê Karên Derve yê wê demê yê Amerîkayê Antony Blinken jî hebû hevdîtin kiribûn.

Di wê demê de, li gorî daxuyaniya nivîskî ya Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller, Blinken û Barzanî li ser mijarên “hevkariya demdirêj û aramiya herêmî” axivîbûn.

Her wiha mijarên wekî rêzgirtina mafên mirovan û parastina ewlehiya hevpar jî hatibûn gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku her du aliyan girîngiya beşdariya nûnerên Kurd di Komîteya Leşkerî ya Payebilind a di çarçoveya hevahengiya leşkerî ya hevpar a di navbera Îraq û Amerîkayê de anî ziman.

Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Washingtonê de her wiha bi berpirsên Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê re jî civiyabû.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya li ser hevdîtina 1ê Adara 2024an ragihandibû ku Barzanî şirketên Amerîkî ji bo veberhênanê vexwendine Herêma Kurdistanê.

Tê çaverêkirin ku di serdana nû de jî hevdîtinên di heman astê de yên dîplomatîk û aborî bên lidarxistin.