Li Rihayê zarokê winda mirî hat dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serê Kaniyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, zarokekî 5 salî yê ku winda bûbû mirî hat dîtin.
Li gundê Dalyayê yê navçeya Serê Kaniyê roja çarşemê Miraç Îdîkurt ji bo lîstikê ji malê derket.
Miraç piştî demekê winda bû û venegeriya malê.
Malbat û xizmên wî li derdorê li wî geriyan.
Lê belê wan ti encam bi dest nexist û hêzên ewlehiyê ji rewşê agahdar kir.
Li ser agahdarkirinê tîmên rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.
Wan bi alîkariya gundiyan li çola gund dest bi xebatên lêgerînê kir.
Li ser banê malê hat dîtin
Lê xebera reş piştî 11 demjimêran ji cihekî gelekî nêzîk hat.
Miraç li ser banê mala xwe mirî hat dîtin.
Tîmên tenduristiyê termê wî ji bo otopsiyê veguhast nexweşxaneyê.
Tê texmînkirin ku Miraç ji ber elektrîkê canê xwe ji dest daye.
Lêpirsîna li ser bûyerê didome.