Mesrûr Barzanî: Em di xizmetê de ranawestin
Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Soranê pireke bilind û cadeyeke dualî vekirin û got, “Em di xizmetê de ranawestin”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pira herî bilind a Herêma Kurdistanê û cadeyeke dualî ya 40 metreyî li Soranê vekirin.
Mesrûr Barzanî di merasîma vekirinê de axivî û got, ew di rojên xweş û nexweş de dest ji xizmetkirina xelkê bernadin.
"Projeyên me ranewestiyan"
Mesrûr Barzanî diyar kir ku ev proje dê xizmeteke mezin bide xelkê Soranê û derdora wê.
Barzanî qala rewşa dema borî kir û got:
"Dema borî li Kurdistan û herêmê rewşeke nebaş hebû. Xelk dilgiran bûn bê dê çi biqewime lê van tiştan ti caran nehişt ku em di çêkirina projeyên xwe de rawestin."
Mesrûr Barzanî bi bîr anî ku di dema şerê DAIŞê de jî projeyên wan ranewestiyane.
Wî her wiha destxweşî li şirketa Kavin Groupê kir ku bi şiyanên navxweyî ev proje çêkiriye û amade kiriye.
Banga pêbendbûna rênimayan
Mesrûr Barzanî qala bûyerên xeniqînê yên van rojên dawiyê jî kir.
Wî anî zimên ku ketina otomobîlekê ya nav rûbar û xeniqîna sê ciwan û zarokan ew gelekî xemgîn kirine.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya hêzên parastina şaristaniyê kir ku ji bo dîtina terman gelekî xebitîne.
Wî bangî welatiyan kir ku pêbendî rênimayên trafîkê û hikûmetê bin da ku bûyerên wisa yên diltezîn ducare nebin.
Avakirina hikûmeta Îraqê
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser pêvajoya siyasî ya Îraqê jî axivî û da zanîn ku pêngava yekem a avakirina hikûmeta federal a li Bexdayê dest pê kiriye.
Wî hêviya serkeftinê ji bo Elî Zeydî xwest û got:
"Em dê piştgiriyê bidin da ku hikûmeteke federal were avakirin û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê jî werin bicihanîn."
Barzanî destnîşan kir ku ew dê li Bexdayê mafên gelê Kurdistanê û Îraqê biparêzin û beşdariya wan dê çalak be.
Aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê
Mesrûr Barzanî li ser rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê jî daxwazên xwe anîn zimên.
Wî li ser pêvajoya piştî Bexdayê got:
"Ez hêvî dikim ku ev pêngav bibe rêxweşker da ku em karibin li Herêma Kurdistanê jî parlamentoyê aktîf bikin.
Piştî wê jî bila gavên din ji bo pêkanîna hikûmetê dest pê bikin û em careke din bikevin xizmeta xelkê Kurdistanê."