Nêçîrvan Barzanî: Pêvajoya yekbûna Pêşmergeryan bi awayê pêwîst berdewam nake

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku pêvajoya yekbûna Pêşmergeryan bi awayê pêwîst berdewam nake.

Merasîma derçûnê ya Koleja Leşkerî ya Zaxoyê hat lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de axivî û pîrozbahî li derçûyan kir.

"Pêşmerge sembola parastinê ye"

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser rola Pêşmergeyan û got:

"Pêşmergetî erkekî pîroz e. Heta Kurd hebin, Pêşmerge dê bibe sembola parastinê."

Nêçîrvan Barzanî li ser yekbûna hêzên Pêşmergeyan jî hişyarî da.

Wî diyar kir ku pêvajoya yekbûna Pêşmergeyan wekî ku pêwîst e berdewam nake.

Piştgiriya ji bo hikûmeta nû ya Îraqê

Nêçîrvan Barzanî li ser avakirina hikûmeta Îraqê û kabîneya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî jî daxuyanî da û got:

"Em piştgiriyê didin kabîneya Birêz Elî Zeydî."

Serokê Herêma Kurdistanê anî zimên ku divê pirsgirêk li ser bingeha destûrê bên çareserkirin û wiha pê de çû:

"Divê di hikûmeta nû ya Îraqê de, hemû mafên Herêma Kurdistanê werin garantîkirin."

"Divê Îraq çekan bide Pêşmergeyan"

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku Pêşmerge parêzvanê welêt e û li ser Îraqê ne metirsî ye.

Barzanî bangî hikûmeta Îraqê kir û got:

"Pêwîst e Îraq erkên xwe yên qanûnî û destûrî yên li hemberî Pêşmergeyan bi cih bîne."

Wî her wiha xwest ku hikûmeta navendî ya Îraqê çek û cebilxaneyan ji bo Pêşmergeyan dabîn bike û got:

"Pêşmergeyan di şerê li dijî DAIŞê de nîşan daye ku ew parêzvanên rasteqîn ên welêt in."

Tê nûkirin...