Li Wanê qezaya trafîkê: Jinek mir û 2 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbakê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya û di qezayê de jinek mir û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Li ser rêya Wan û Colemêrgê otomobîla ku N.K. diajot ji rê derket û qulibî.

Li ser agahdarkirinê, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.

Di qezayê de jineke ku hîn nasnameya wê nehatiye zanîn mir.

Her wiha şofêr N.K. û rêwiyek jî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê.