Nêçîrvan Barzanî li ser cezakirina Celadê Kurdan peyamek belav kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku biryara cezakirina Ecac Tikrîtî “serkeftin û bicihatina dadperweriyê ye û bi kêmanî teselîdana malbatên qurbaniyên Enfalê ye.”
Dadgeha Resafeyê îro cezayê bidarvekirinê li Ecac Tikrîtî birî ku bi navên “Celadê Nugreselmanê” û “Celadê Enfalê” jî tê naskirin.
Serokê Herêma Kurdistanê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de got, "Ez destxweşiyê li dadwer, parêzer, şahidên wêrek û hemû ew kesên ku bûne alîkar dikim da ku tawanbar (Ecac Tikrîtî) bigihîje cezayê xwe yê yasayî."
"Peyameke zelal e"
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de anî zimên:
"Cezakirina vî tawanbarî ya piştî ew qas salan, peyameke zelal e ku tawanên komkujî û li dijî mirovahiyê yên derheqê gelê Kurdistanê de ti carî kevn nabin û destê dadperweriyê her digihîje tawanbaran.
Îro careke din hat îsbatkirin ku îradeya maf û jiyanê ji hemû zilm û hovîtiyê bihêztir e."
Banga qerebûkirinê
Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser erkê Bexdayê kir û banga qerebûkirina qurbaniyan kir:
"Her bi vê boneyê em tekez dikin ku pêwîst e Hikûmeta Federal a Îraqê erkê xwe pêk bîne û bi awayekî madî û manewî qurbaniyên Enfalê qerebû bike.
Çimkî Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê ev komkujî wekî komkujî nas kiriye."
Di dawiya peyama Serokê Herêma Kurdistanê de wiha hat gotin:
"Bîranîna şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê her tim bilind, giyanê wan şad û asûde be."
Îro Dadgeha Bilind a Tawanan Îraqê ji ber tawana kuştin û şkencedana qurbaniyên Kurd ên Enfalê yên li Zindana Nûgreselmanê, cezayê darvekirinê da Ecac Tikrîtî.