Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê nû yê Îraqê pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê nû yê Îraqê Elî Zeydî pîroz kir.

Parlamentoya Îraqê îro kabîneya nû ya Îraqê pesend kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî civîna li Parlamentoya Îraqê bû.

 Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew bi beşdarbûna civîna li Parlamentoya Îraqê kêfxweş e.

Ev civîn ji bo dayîna pêbaweriyê bi Serokwezîrê nû Elî Falih Zeydî û hikûmeta wî hat kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser Xê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Serokwezîrê nû û kabîneya wî kir.

Nêçîrvan Barzanî di bicihanîna erkên wan de ji wan re serkeftin xwest.

"Bila xizmeta hemû pêkhateyan bike"

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser mafên pêkhateyan û got:

"Ez hêvî dikim ev kabîneya nû bi awayekî kar bike ku xizmeta hemû pêkhateyên gelê Îraqê bike.

Her wiha hêvî dikim daxwazên wan ên ji bo asayîş, aramî, bipêşketin û avadaniyeke zêdetir pêk bîne."

14 wezîran pêbawerî wergirt

Îro li Parlamentoya Îraqê bi amadebûna 270 parlamenterî ji bo namzedên kabîneya nû deng hat dayîn.

Di rûniştinê de pêşî bernameya kar a Elî Falih Zeydî hat pesendkirin.

Ji 19 namzedan 14 namzeda dengên pêwîst ji bo wezîrtiyê bi dest xistin.

5 namzedan jî nekarî dengên pêwîst werbigirin.

Li Îraqê bi giştî 23 wezaret hene.

Li gorî vê encamê, hîn 9 wezîr mane ku li parlamentoyê werin hilbijartin.