Mesrûr Barzanî, Elî Zeydî û kabîneya wî pîroz kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber wergirtina baweriyê Serokwezîrê nû yê Îraqê Elî Falih Zeydî pîroz kir.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew hêvî dike ku qonaxeke nû ya aramiyê û çareserkirina pirsgirêkan dest pê bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser avakirina kabîneya nû ya Îraqê peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got:

"Ji ber bidestxistina baweriya Parlamentoya Îraqê, ez pîrozbahiyeke germ li Serokwezîrê Federal Birêz Elî Falih Zeydî û kabîneya wî dikim."

Hêviya çareserkirina pirsgirêkan

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de hêvî kir ku destbikarkirina kabîneya nû, bibe destpêka qonaxeke nû ya ji bo aramî û aştiya li Îraqê.

Mesrûr Barzanî her wiha destnîşan kir ku ew hêvî dike ev gav bibe sedema çareserkirina hemû pirsgirêkên Îraqê, bicihanîna destûre û başkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal.

14 wezîran dengên pêwîst bi dest xistin

Îro li Parlamentoya Îraqê ji bo namzedên wezaretan ên kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê deng hat dayîn.

Xeyn ji pesendkirina bernameya Elî Zeydî, 14 namzedan ji bo wezîrtiyê dengên pêwîst bi dest xistin.