Xiristiyanên Sûriyê doza wekhevî û aramiyê dikin
Hewlêr (Rûdaw)- Endamê serkirdayetiya Rêxistina Asûrî ya Demokratîk Beşîr Saadî ji Rûdawê re ragihand ku ew weke pêkhateyeke resen ji gelê Sûriyê doza pêwendiyên xweş di navbera Kurd, Ereb, Asûrî-Siaryanî û pêkhateyên din de dikin.
Herwiha nîşan bi wê yekê da ku dîrokeke hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de.
Saadî bi erênî li pêwendiyên Rêxistina Asûrî û Tevgera Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dinere.
Di heman çarçoveyê de lêkoler û nûnerê Rêxistina Asûrî ya Demokratîk Seîd Lehdo ji Rûdawê re diyar kir ku sedema têkbirina pêwendiya vedigere siyasetên rejîma Sûriyê.
Li gorî nerîn û lêdwanên serkirdeyên Rêxistina Asûrî, pêwîstiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyê bi aramî û aştiyê heye, bi wateya ku şer, kuştin û pevçûn ne ji nerîta gelê Sûriyê ye.