Ji bo malbatên şehîdan zêdetirî 1 milyon dolar alîkarî

Hewlêr (Rûdaw) – Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî dê 1 milyon û 130 hezar dolar alîkarî bide malbatên şehîdên şerê li dijî DAIŞê.

 

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî sibê li Hewlêrê ji bo malbatên peşmergeyên ku di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bûne çalakiyek dê li dar bixe.

 

Berpirsê Çapemeniya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Îbrahîm Semîn ji Rûdawê re ragihand:

 

“Emê sibê ji bo malbatên şehîdan çalakiyek li dar bixin. Di çalakiyê de projeya ku Sîrwan Barzanî bi rêya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî dabîn dike dê were aşkerekirin. Bi vê projeyê bêyî ku ciyawazî were kirin, alîkariya darayî dê were kirin.”

 

Îbrahîm Semîn destnîşan kir, ku ji Wezareta Pêşmerge lîsteya pêşmergeyên ku di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bûne, wergirtine û got:

 

“Ji Hewlêrê 394, ji Duhokê 444, ji Silêmanî û Germiyanê 344, ji Kerkûkê jî 228 bi tevahî 1410 şehîdên me hene. Emê alîkariya darayî bidin hemû malbatên şehîdan. Bi temamî 1 milyon û 130 hezar dolar alîkariya pereyan emê bidin.”

 

Li gor agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, di şerê li dijî DAIŞê de 1700 pêşmerge şehîd bûne.

 

Li ser vê mijarê jî Semîn diyar kir: “Malbatên şehîdên me yên ku navên wan di lîsteyê de tine ne, dikarin bi rehetî serî li me bidin. Emê bibin alîkarê wan. Emê alîkarî bidin şehîdên ku du jinên wan hebûn. Ango ji bo her hevjîneke şehîd, nêzîkî 800 dolar alîkarî dê were dayîn.”

 

Hat ragihandin ku tevî rayedarên hikûmetê, konsul, dîplomat û karsaz jî dê beşdarî çalakiya sibê bibin.

 

Herwiha Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî projeya xwe ya “Ji bo her zarokekî/e pêşmerge, 50 dolar alîkarî” didomîne.