Kerkûk (Rûdaw) - Ereb û Tirkmen hewlên Kurdan ji bo danîna parêzgarekî red dikin. Ew ji wî yekê nerazî ne ku bi rêkeftina PDKê û YNKê parêzgarekî nû û Kurd bo Kerkûkê bihê diyarkirin û dixwazin heya hilbijartinên bê ti guhertinek di îdareya Kerkûkê de neyê kirin.
Belavbûna nûçeya danîna kesekî Kurd bo posta Parêzgarê Kerkûkê bi rêkeftina PDKê û YNKê bûye sedem ku pêkhateyên din ên parêzgehê yên weke Ereb û Tirkmen bertekan nîşan bidin.
Ereb ku piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ve bûne desthilatdarê Kerkûkê, hem bi wan kandîdên ku navê wan belav bûne, razî nînin û hem jî dixwazin heya hilbijartina bihê ya encûmena parêzgehan, ti guhertinek di rêveberiya Kerkûkê de neyê kirin.
Endamê Fraksyona Erebî ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Xelîl Îbrahîm ji Rûdawê re da xuyakirin: “Pêwîst e nêrîna aliyên din jî bihê wergirtin, ne tenê nêrîna aliyê Kurdî, aliyên din jî li Kerkûkê hene û xelkê resenê Kerkûkê ne, pêwîst e nêrîna wan jî di hilbijartina parêzgarekî nû de hebe. Em dixwazin parêzgarê niha birêz Rakan Seîd bimîne heya lidarketina hilbijartineke pak li Kerkûkê, daku hemû alî piştrast bin ji wê yekê ku ew hêjayî posta parêzgar e yan kesekî din hêjayî vê postê ye.”
Rewşa niha ya Kerkûkê, zêde bi dilê Tirkmenan jî nîne, weke ku xwe dibêjin. Ew jî weke Kurdan, li hember siyasetên parêzarê niha ya bi wekalet, xwe wek qurbanî dibînin û hewl didin vê carê parêzgarê Kerkûkê bibe pişka pêkhateya Tirkmen.
Tirkmen dibêjin, ne Kurd û ne Ereb, vê carê bila parêzgar ji pêkhateya Tirkmen be. Tiştek ku xewaneke wan e û heya niha nekarîne pêkbînin.
Endamê Fraksyona Tirkmenî li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Hisên Necat dibêje: “14 salan ji sedî 90ê desthilatê di destê Kurdan de bûye. Ev du sal in di destê Ereban de ye, divê vê carê para Tirkmenan be.”
Necat Hisên dibêje: “Li Kerkûkê her ji sala 2003ê ve heya niha, ji sedî 90ê desthilatê di destê birayên Kurd de bûye, van du salan jî di destê birayên Ereb de bûye,em weke Tirkmen dibêjin, eger em netewke sereke ne li Kerkûkê, bila Kurd û Erebê vê carê vê derfetê bidin me.”
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê rijd e li ser wergirtina posta parêzgarê Kerkûkê û ragihandiye, ew dixwazin li ser danîna kesekî bo posta parêzgarê Kerkûkê, bi PDKê re li hev bikin û berî encamdana civîna encûmenê, hewl bidin aliyên Erebî û Tirkmenî razî bikin.
Her yek ji Xalid Şiwanî û Cemal Bapîr, berbijêrê herî bihêz ên YNKê ne bo parêzgarê Kerkûkê.
Eger PDK û YNK nekarin herdu fraksyonên Erebî û Tirkmenî yên li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê razî bikin, dikarin bêyî wan û bi rêkeftineke navbera xwe, kesekî Kurd bikin parêzgarê nû yê Kerkûkê.
Fraksyona Birayetî li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, ji 41 kursiyan xwediyê 26 kursiyan e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse