Bakirhan: Hevdîtina Ocalan û Serok Barzanî gelekî asayî ye
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku ew hêvî dikin Ocalan li gel serokên Kurd hevdîtinê bike û hevdîtina Ocalan û Serok Barzanî jî gelekî asayî ye.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Amedê partiyên Kurdistanî ziyaret kirin.
Bakirhan di serdan xwe ya yekem a ji bo Partiya Însan û Azadiyê (PİA) de li ser pêvajoya çareseriyê û pêşhatên dawî bersiv da pirsên nûçegihanê Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekak.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê da zanîn ku asayî ye ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan li gel Serok Barzanî û berpirsên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hevdîtinan bike.
“Ocalan girîngiyê dide yekîtiya neteweyî ya Kurdan”
Bakirhan got, “Em dê di vê mijarê de temasên cuda bikin û em hêvî dikin ku Birêz Ocalan ku girîngiyê dide yekitiya neteweyî ya Kurd li gel serokên Kurd derbarê vê pêvajoya ku birêvediçe de hevdîtinê bike û bi wan re nerînên xwe bihevbiguhere.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê di berdewamiyê jî de got, “Em hêjî li destpêka pêvajoyê ne.
Ji ber wê ez nikarim bêjim ku pêvajo xirab bi rê ve diçe. Em hewla wê yekê didin ku pêvajo zêdetir ber bi pêş ve biçe.”
Tuncer Bakirhan ragihand ku Abdullah Ocalan gelek girîngiyê dide yekitiya neteweyî ya Kurd û ji salên 90an vir ve çend caran ji bo yekitiya neteweyî ya Kurd û kongreya neteweyî bang kiriye.
Hevserokê DEM Partiyê li ser daxwaza Ocalan a hevdîtina bi serok û rêberên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û beşên din Kurdistanê de jî wiha got:
“Pêvajoya li Tirkiyê dimeşe pêvajoyeke ku dikare di heman demê de bandorê li Îraq, Îran û Sûriyeyê û herêmê jî bike.
Hevdîtina wî (Abdullah Ocalan) a bi Birêz Serok Barzanî, Talebaniyan û serokên partiyên din ên siyasî yên li wê derê û rîspiyan re gelekî asayî ye.
Em hêvî dikin Birêz Ocalan ku girîngiyê dide yekitiya neteweyî ya Kurd li gel serokên Kurd derbarê vê pêvajoya ku bi rê ve diçe de hevdîtinê bike, bi wan re dan û standinê bike û pêşniyarên wan wergire.
Ev yek gelek bi qîmet û bi nirx e. ”
“Divê Îran meseleyên navxwe çareser bike”
Tuncer Bakirhan behsa şerê Îran û Îsraîlê jî kir û wiha domand: “Helbet em li dijî polîtîkayên êrişkar ên Îsraîlê ne.
Raya giştî jî gelek baş dizane ku em li hember zilma li Xezeyê li cihekî rast rawestiyane.
Îran jî divê bilez meseleyên xwe yên navxwe bi awayekî demokratîk, bi makenîzma û hewldanên rast çareser bike.
Berovajî vê yekê nerîneke yekparêz û cûdahiyên li welatê xwe tinedihesibîne, îro ji bo Îsraîlê sibe jî bo hêzên din ên hegemonîk û emperyalîst hincetê çêdikin.
Rêya herî baş a derxistina vê hincetê ji dest wan jî demokratîkbûn e. Ez dixwazim diyar bikim ku divê Îran bilez meseleyên xwe bi rê û rêbazên demokratîk û gotûbêjan çareser bike.“
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê beriya bi çend rojan diyar kiribû ku Abdullah Ocalan dixwaze bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî re hevdîtinê bike.