Ji ber barîna tozê li başûrê Îlamê rewşa awarte hat ragihandin

14-07-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Îlam (Rûdaw) – Ji ber toza zêde, hemû îdare û navendên fermî û perwerdê li bajarên Dêhloran û Mêhranê yên parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê hatin girtin û geştên asimanî yên balafirgeha Îlamê hatin sekinandin.


Ev çend roj in toz li başûrê parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê dibare.


Rêveberê giştî yê rewşa awarte li parêzgeha Îlamê Ehmed Keremî îro ragihand, ji ber zêdebûna tozê li bajarên Mêhran û Dêhloranê rewşa awarte hatiye ragihandin û hemû navendên fermî û perwerdê jibilî dermanxane û nexweşxaneyan hatine girtin.


Ehmed Keremî da zanîn, lê deverên din ên parêzgeha jiyana xwe ya normal didomînin.


Ji aliyekî din, rêveberê balafirgeha Îlamê ragihand, geştên asimanî yên balafirgeha Îlamê ji ber toza zêde hatine sekinandin û da zanîn, rojane 4 geşt di navbera Îlam-Tehranê de tên kirin ku ji ber tozê hatine sekinandin.


Li gorî agahiyan, ji ber zêdebûna tozê otomobîl neçar dimînin çirayên xwe vêxin û xelk jî nikarin derkevin derve.


Tê gotin, ev rewş dê heta sibê jî bidome. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst