Barzanî û General Joseph Votel civiyan
Hewlêr (Rûdaw) – Generalê amerîkî Joseph Votel îro serdana Herêma Kurdistanê kir û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiya.
Fermandeyê Fermandeyiya Navendiya Artêşa Amerîka (CENTCOM), General Joseph Votel îro bi serdanekê gihîşt paytexta Kurdistanê bajarê Hewlêrê.
Piştî ku General Joseph Votel li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê rayedarên Wezareta Pêşmerge ve hat pêşwazîkirin, ber bi bajarokê Pîrmamê kete rê û li wir bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anî.
Berî ku serdana Kurdistanê bike, General Votel roja çarşemiyê çûbû Bexdayê û bi Serokwezîr û Fermandeyê Gişît yê Hêzên Çekdarên Iraqê, Heyder Ebadî û herwiha Wezîrê Parastina Iraqê Xalid Ubêydî re civiyabû.
Serdana wî fermandeyî pilebilind ê Artêşa Amerîka bo Kurdistanê di demekê de ye ku duh sêşemî protokolek leşkerî di navbera Amerîka û Kurdistanê ji aliyê Alîkara Wezîrê Parastina Amerîka Elissa Slotkin û Wezîrê Pêşmerge yê bi Wekalet Kerîm Şingalî ve hat îmzakirin.
Li gorî vê protokolê, Amerîka dê alîkariyên leşkerî û darayî pêşkêşî Hêza Pêşmerge bike.