Li Bedlîsê qeza, 7 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hîzanê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê wesayîta çandiniyê ya ku wekî “patpat” tê naskirin wergeriya û 7 kes birîndar bûn.
Şevê din li ser rêya gundê Azgurê ku 12 kîlometreyan dûrî navçeya Hîzanê ye wesayîta çandiniyê wergeriya.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Di bûyerê de 7 kes birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan birin nexweşxaneyên Hîzan û Tetwanê.
Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin rewşa birîndaran baş e.