AMED - Xwest birayê xwe xilas bike lê di Çemê Dîcleyê de winda bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ciwanekî ku ji bo xilaskirina bira û xizmekî xwe xwe avêtibû Çemê Dîcleyê, di avê de winda bû.

Li gundê Husênikê yê Amedê T.A. tevî her du kurên xwe O.A. û U.A. û xizmekî xwe ji bo avjeniyê çûn ber Çemê Dîcleyê.

Dema ku U.A. û xizmê wî di avê de bûn, ketin rewşeke metirsîdar.

Ji bo rizgarkirina wan, bav T.A. û kurê wî yê din O.A. xwe avêtin avê.

Bi alîkariya kesên li derdorê, U.A. û xizmê wî hatin xilaskirin lê O.A. vê carê di nav avê de li ber pêlan ket û winda bû.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, tîmên rizgarkirinê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîman her du kesên ku ji avê hatibûn rizgarkirin birin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyûbî.

Tîmên rizgarkirinê ji bo dîtina O.A. dest bi xebatên lêgerînê kirin.