Li Wanê 8 kes hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, di nav du hefteyan de bi hinceta qaçaxçitiya koçberan 8 kes hatin desteserkirin û 2 ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin.
Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand, xebatên rêgirîkirina koçberên neyasayî û qaçaxçitiya koçberan û bazirganiya mirovan didomin.
Li tevahiya parêzgehê ji bo desteserkirina qaçaxçiyên koçberan di navbera 29ê Hezîran û 13yê Tîrmaha 2025an de operasyon hatin kirin.
Di operasyonan de bi hinceta “qaçaxçitiya koçberan û bazirganiya mirovan” 8 kes hatin desteserkirin.
Hêzên ewlehiyê ew veguhastin Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê.
Piştî karên îfadewergirtinê 8 kes birin Dadgeha Wanê.
Dadgeha Wanê derbarê 2 kesan biryara girtinê da û 6 kes jî berdan.
Parêzgeha Wanê bi taybetî ji bo koçberên Efxanistanê, Îran û Pakistanê wekî rêgeheke derbasbûna Tirkiye û Ewropayê tê bikaranîn.