Hewlêr (Rûdaw) – Hêza bi navê “Hêzên Parastina Şingalê” ku ji gerîlayên HPG, YPG û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) pêk tên û vê dawiyê ji aliyê PKKê ve hatiye avakirin, ragihand ku wan li ser çiyayê Şingalê ti astengiyek ji hêzên Pêşmerge û Amerîkayê re dernexistine tenê “ji bo di navbera gelê Şingalê û pêşmergeyan de alozî dernekeve ketine navbeyinê”.
Rûdawê îro raporek li ser bûyerên duh bi şev ên li ser çiyayê Şingalê di navbera gerîlayên PKK-YPGê û hêzên Pêşmerge û Amerîkayê de derketibû, belav kir.
Di rapora Rûdawê de hatibû eşkerekirin ku hêzên PKK-YPGê pilana êrişa hêzên Pêşmerge û Amerîkayê li dijî çekdarên DAIŞê li devera Şingalê asteng kirine.
Piştî vê yekê, Hêzên Parastina Şingalê ku ji gerîlayên PKK, YPG û YBŞê pêk tên di daxuyaniyeke nivîskî de bersiva Rûdawê da û ragihand, hêzên Pêşmerge hatin ser çiyê lê gelê Şingalê “nedixwestin wan bibînin” lewma ji bo ku di navbera wan de alozî dernekeve gerîlayan navbeyinkarî kiriye û rewş aram kirine.
Di beşek din a daxuaniyê de jî hat gotin ku çiyayê Şingalê di bin ewlekariya hêzên HPG, YPG, YBŞê de ye, yên dixwazin alîkariyê bikin bila di binê vê ewlehiyê de alîkariyan bigihînin gelê Şingalê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse