11 sal di ser teqînên Sîba Şêx Xidir û Gir Uzêr re derbas bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Yazdeh sal berî niha li du navçeyên ser bi qezaya Şingalê 3 barhilgir teqiyan û di encam de zêdeyî 330 welatiyên Kurdên Êzdî canê xwe ji dest dan û zêdetirî 750 kes jî birîndar bûn.

 

Peyamnêrê Rûdawê yê li Şingalê Tehsîn Qasim da zanîn ku îro sêşemê (14.08.2018) 11 sal di ser teqînên nehya Gir Uzêr û Komelgeha Sîba Şêx Xidir re derbas dibin ku bi rêya teqandina 3 barhilgiran zêdeyî 330 kesan hatin kuştin, 750 kes birîndar bûn û heta niha jî çarenivîsa 70ê kesan nayê zanîn.

 

Peyamnêrê Rûdawê dibêje ku biryar e di salvegera teqînên Sîba Şêx Xidir û Gir Uzêr de li Şingalê çend çalakî bên kirin û herwiha saet 9:00 jî li Komelgeha Dihola çalakiyek were kirin.

 

Li ser çiyayê Şingalê jî bi amadebûna kesayetiyên Şingal û kes û karên qurbaniyên Sîba Şêx Xidir û Gir Uzêr saet 09:00 heta 11:00 çalakiyek bê kirin û biryar e saet 6:00ê êvarê jî li nehya Gir Uzêr li cihê teqîn lê çêbûbû çalakiyek were kirin.