Li Sêwazê agir bi kayê ket: 4 traktor û 5 romork şewitîn

SÊWAZ - Li gundê Înceagayê yê Sêwaza Bakurê Kurdistanê agir bi kayê ket û di encamê de 4 traktor û 5 romork şewitîn.

Li gundê Înceagayê, di çewlika birayên Halîs û Hasan Polat de ji ber sedemeke ku hîn nehatiye zanîn agir bi kayê ket.

Agirê ku di demeke kurt de mezin bû, gihîşt 4 traktor û 5 romorkên li çewlikê.

Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên tenduristî û agirvemirandinê sewqî herêmê hatin kirin.

Tîmên agirvemirandinê yên Şaredariya Sêwazê agir vemirand.

Di encama agir de 4 traktor û 5 romork şewitîn û kaya di çewlikê jî de hemû bû qiriq.