DEDAŞê elektrîk birî: 7 hezar donim garis û pembo hişk bûn
Amed (Rûdaw) - Pirsgirêka elektrîkê ya li gundê Barê yê navçeya Çinarê ya Amedê hêj çareser nebûye û 7 hezar donim garis û pemboyê cotkaran hişk bûne.
Kompanyaya Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) bi hinceta bikaranîna qaçax û nedana deynan, ev nêzîkî 20 roj in elektrîka gund biriye.
Ji ber vê yekê, 6 hezar donim pembo û hezar donim garisê cotkarên gund bi temamî hişk bûne.
"Bi milyonan lîre zerer gihiştiye cotkaran"
DEDAŞê piştî 20 rojan tenê yek faz elektrîk daye gund ku ew jî têra avdana zeviyan nake.
Cotkarên gundê Barê bertek nîşanî DEDAŞê didin û dibêjin ku bi milyonan lîre zerer gihiştiye wan û êdî ne pêkan e ku berhemên xwe xilas bikin.
Cotkarê bi navê Zulfîkar Demîr rewşa xwe wiha anî zimên:
“Hûn halê pemboyê me dibînin. Ev 25 roj in ti derî nema ku me lê nexist da ku pirsgirêk çareser bibe lê mixabin kesî li halê me nepirsî.
Heger wijdan bi wan re hebe, divê vê rewşê qebûl nekin. Ji vê gavê şûnde em zeviyan av bidin jî bê feyde ye. Berhemê me miriye, ma mirî radibe?!
Mehek mabû ku em berhemê xwe hilînin lê wan av li ser me birî û nehiştin em bigihîjin miradê xwe.”
"Bila navê 'diziyê' ji ser me rakin"
Li gorî gotinên mixtarê gund Alî Kanevî DEDAŞ li şûna ku saetên elektrîkê bixwîne, li gorî texmînan bi milyonan lîreyan fature û ceza li gundiyan dibire û ji ber vê yekê barê deynan li ser wan giran bûye.
Mixtarê gundê Barê Alî Kanevî jî got,“Pembo tev hişk bû. Niha tu Çemê Dîcleyê jî bera ser pembo bidî êdî feyde nake. Pemboyê Barê mir.
Me dev ji derdê pembo berdaye, niha em dibêjin bila gundî ji tîna nefetisin.
Li gund 3 hezar û 600 serî pez û hezar dewarên me hene, ew jî tî ne. Ez dixwazim êdî vî navê 'qaçaxê' ji ser gundê xwe rakim.”
Ji ber qutbûna elektrîkê, ji bilî zererên çandiniyê, gelek amûrên gundiyan yên malî jî şewitîne.
Şêniyê gund Mehmet Selîm Turgut jî got: "Bi milyonan zerer li min bûye. Amûrên elektrîkê yên gundiyan şewitîne.
Bi rastî xelk belengaz e û em dixwazin dewlet destê xwe dirêjî me bike.”
"Bila ji bo her donimekê bihayekê diyar bikin"
Niha gundî ji bo çareseriyeke mayînde bang li rayedaran dikin.
Daxwaza wan ew e ku lijneyeke pisporan were avakirin û li şûna fatureyan, ji bo her donimeke zeviyê wan bihayekî sabit yê elektrîkê were diyarkirin da ku pirsgirêka wan ji binî ve çareser bibe.