Rêveberiya Xweser li ser Zanîngeha Feratê ya Hisîçayê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser ew îdiayên ku dibêjin dê Zanîngeha Feratê ya li Hisîçayê bê girtin red kir û ragihand ku ew nûçe ji bo têkdana aramiyê ne.
Meclisa Zanîngehan a Rêveberiya Xweser derbarê mijarê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hin malperên medyayê nûçeyên derewîn belav dikin û tê gotin ku Rêveberiya Xweser dê şaxa Zanîngeha Feratê ya Hisîçayê bigire.
Meclisê di daxuyaniyê de tekez kir ku ev îdia bêbingeh in û armanca wan têkdana ewlehî, aramî û xerakirina ruhê pêkvejiyanê ye.
“Beşên nû dê bên vekirin”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berevajî van îdiayan, Rêveberiya Xweser bi rêya Encumena Zanîngehan pêvajoya perwerdeyê xurt dike û Zanîngeha Rojava dê di demekê nêzîk de li Hisîçayê beşên nû veke da ku zêdetir xwendekaran wergire û barê çûn û hatina wan a ji bo bajarên din sivik bike.
Hat eşkerekirin ku xwendekarên salên duyem, sêyem, çarem û pêncem ên Zanîngeha Feratê ya şaxa Hisîçayê dê wekî berê di bin rêveberiya zanîngehê de dewama xwe bidomînin û Encumena Zanîngehan dê wekî sala akademîk a 2024/2025an piştgiriya pêwîst bidomîne.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li xwendekar û welatiyan hat kirin ku xwe ji gotegotên ku armanca wan xapandina raya giştî ye dûr bixin û pişta xwe bispêrin çavkaniyên fermî.