Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê derbarî Konferansa Parîsê de xwest ku, rewşa koçber û penaberan ne tenê ji aliyê siyasî û serbazî ve bê nîqaşkirin, divê aliyê mirovî jî bête nîqaşkirin û ji heralî ve yarmetî bê dayîn.
Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê piştî civîneke 2 demjimêran daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de tê xwestin ku, welatên ereb di warê koçberên ku hatine Herêma Kurdistanê de erkê xwe bînin cih. Herçiqas piraniya koçberan kurdên êzîdî bin, gelek ji wan mesîhî, turkmen û erebên sunne ne.
Hikumeta Herêmê her wiha ji civata navneteweyî dixwaze bo koçberên ku ji ber êrişa DAIŞê ya ser Şengalê û deşta Mûsilê penaber bûne, erkê xwe bicih bîne û pêdawîstiya wan bicih bike ku rewşa serma û seqemê êdî giran dibe. Daxuyanî wiha didome:
“Li devera Duhokê koçber bi giranî di dibîstanan de dimînin û dema xwendinê jî destpêkir. Divê demek zû kamp bên çêkirin da ku dibîstan bo xwendekaran bên amadekirin.”
Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku, hikûmetê biryar daye bi rêxistinên xêrxwazî yên navneteweyî re pêwendî bên xurtkirin. Her wiha dê şandeke Hikumeta Herêma Kurdistanê biçe Bexda û ser rewşa koçberan gotûbêj bike.
Di daxuyaniyê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya xwe bo gelê Kurdistanê û taybet jî bo gelê Duhokê dike ku pêşwaziyeke baş bo koçberan nîşan daye û mêvandariyeke baş dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse