Bandora peyama Ocalan li ser pêvajoyê

Amed (Rûdaw) - Vekirina rêya Imralî ji aliyê hikûmeta Tirkiyê û hevdîtina Mihemed Ocelan bi birayê xwe Abdullah Ocalan re, bandoreke eşkere li ser Bakurê Kurdistanê kiriye.

 

Peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku ji aliyê birayê wî Mihemed Ocalan ve li Amedê hate xwendin, li Bakurê Kurdistanê bi xwe re hêviyên rawestandina şer anî.

 

Li gor daxuyaniya Mihemed Ocelan, ji Imraliyê birayê wî Ebdula Ocelan daxwaza ji nûve destpêkirina pêvajoya aştiyê kiriye.

 

Serkêşên Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) dibêjin pêwîst e çek bêne rawestandin û zemîna diyalogê ji nû ve bê avakirin.

 

Serokê Giştî yê HAK-PARê Refîq Karakoç ji Rûdawê re wiha got:

 

“Şer welatê me wêran kir. Gelê me zirarê dît. Ji ber vê yekê şer çawa tê sekinandin bila bê sekinandin. Bila riya siyaseta demokratîk vebe. Em vê dixwazin û pêşniyara me zûde ye ev e.”

 

Li gorî Partiya Azadiya Kurdistanê jî ger pêvajoyeke nû dest pê bike jî divê rêbaz ne bi dizî be û her tişt aşkera be.”

 

Endamê Rêveberê Navenda Giştî ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Vahit Abad jî wiha axivî:

 

“Ev peyam dê rêyekî veke lê belê ev rê divê du alî be û weke berê nemeşe. Ji ber vê yekê divê weke li ser zemîneke garantoriyê muzakere çêbibin.”

 

Partiya herî reşbîn a di vê mijarê de jî Partiya Demokrata Kurdistanê ya Tirkiyê(PDK-T) ye. Li gorî wan piştî evqas kuştinan lihevhatin zehmet e.

 

Serokê Giştî yê PDK-T Mihemed Emîn Kardaş jî got: “Her roj 30-40 însan çi yên dewletê bin çi ên Kurdan, ên PKKê bin însan têne kuştin. Di dawiyê de ev însan xwedî malbat in. Diya wan, bavê wan heye. Ev birîn gelek kûr bûye û ji ber vê yekê aştî wisa bi rêhetî çênabe.”

 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) girîngiyeke mezin didin peyama Ocalan û dibêjin ger dewlet jidil be, bi riya Ocalan pêvajoyeke nû dikare dest pê bike.