24 Photos
Hewlêr (Rûdaw) – Bi hatina Cejna Qurbanê, hejmareke zêde ya tûrsîtan ji Iraqê û welatên herêmê bo derbaskirina demek xweş berê xwe dane Başûrê Kurdistanê.
Bi dehan hezar kes ji welatiyên navend û başûrê Iraqê û herwiha ji welatên herêmê, bi boneya Cejna Qurbanê serdana Başûrê Kurdistanê kirine.
Hejmareke zêde ya wan tûrîstan berê xwe dane cihên geştyarî yên parêzgeha Hewlêrê û bi taybet jî serdana cihên tûrîstîk ên weke Gelî Elî Beg, Ruwandiz û Cundiyan li navçeya Soran a girêdayî Hewlêrê kirine.
Tûrîstên iraqî û yên welatên herêmê bi dîtina cihên geştyarî yên xwezayî li Heêrma Kurdistanê dilxweş bûne.