Galeriya wêneyan

14-09-2020
15 Photos
RÛDAW

Hewlêr (Rûdaw) - Vegera koçerên ku ji bo çerandina pezên xwe berê xwe didin zozanên Agiriyê li gel sarbûna hewa dest pê kir.

Ew koçerên bi dirêjiya havînê li zozanên ku 2 hezar metre bilind in ji asta derya, ji bo xwe bigihînin deverên germtir dest bi vegera ji wan zozanan kir.

Hejmarek ji wan koçeran piştî rêwitiyeke ku bi rojan berdewam kir xwe gihandin gundên ser bi navçeya Dutaxê ve li Agiriyê.

Ew koçer her sal ji bo çerandina pezên xwe û dabînkirina debara jiyana xwe di destpêka havînê de berê xwe didin zozanan û bi kîlometran rê li pişt xwe dihêlin.